Fireydûn Mûsapûr bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin
Îro Şemî 12ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fireydûn Mûsapûr” xelkê bajarê Rebet yê girêdayê Serdeştê bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Îro Şemî 12ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fireydûn Mûsapûr” xelkê bajarê Rebet yê girêdayê Serdeştê bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Roja Şemî 9`ê Reşemê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Keywan Nijadresûl”, temen 28 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Şînava” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.
Roja Yekşemî 10`ê Reşeme, çar welatiyên Kurd yên bi navên “Madîh Mihyedînî”, “Arman Şîrzad”, “Rojgar Ferqîzade” û “Mihemedsalih Gûderzî”, xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine…
Roja Şemî 9`ê Reşeme, girtîyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Şefî`î Feqîzade”, xelkê bajarê Şinoyê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Cezaya 11 meh girtîgeha Seyîd Senger, girtiyê siyasî li girtîgeha bajarê Urmiyê bi qebûlkirina cezaya xwe bo 9 meh girtîgehê hate kêmkirin.
Roja Yekşemî 10`ê Reşeme, kedkarekî îdareya berq li bajarê Seqizê, yê bi navê “Ehmed Erdelan” piştî 26 rojan razandin li nexweşxaneya bajarê Sine, canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 9`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Cemal Qasimî” xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Roja Şemî 9`ê Reşeme, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser desteyek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê, kolberekî Kurd hate birîndarkirin.
Roja Yekşemî 10ê Reşemê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Kemal Qoytasî”, xelkê gundê “Çişmegol” û “Rehman Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce”, bi danîna barimteyê heta bi dawîhatina qonaxa dadresiyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin.
Roja Çarşemî 6ê Reşmê, Mihemed (Îsmet) Selehşûr, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê devera Mirgewer, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.