Jineke ducan û keçeke nûciwan bûne qurbaniyê pirsgirikên malbatî
Roja Şemî 18`ê Banemer, jineke ducan a bi navê “Efsane Muradî”, xelka devera Kotol a ser bi bajarê Xoyê, hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Şemî 18`ê Banemer, jineke ducan a bi navê “Efsane Muradî”, xelka devera Kotol a ser bi bajarê Xoyê, hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.
Tevî derbasbûna du heftî ji binçavkirina wan sê welatiyên Kurd ên bi navên “Aram Muradiyan”, kurê Osman, “Emîr Rizayî” yê kurê Cemîl, “Areş Ehmedî” yê kurê Nasir û xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Javero” ya bajarê Sineyê, ji qedera…
Roja Yekşemî 19`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Eyûb”, temen 27 salî û xelkê bajarê Seqizê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê bajarê Baneyê hate birîndarkirin.
Di çend rojên derbasbûyî de, keçeke nûciwan ya bi navê “Ferzane Mihemedî”, temen 17 sal û xelka bajarê Serdeştê ku ji aliyê malbata xwe ve bi sedema vê ku bi zorê dabûne mêr, dest avêt bi xwekujiyê.
Roja Yekşemî 19`ê Banemerê, welatiyek Kurd ê bi navê “Perwîz Cebarî”, 31 salî û kurê Ebdullah û xelkê gundê “Mensûrava” ê ser bi devera Mirgewera Urmiyê bi sedema lipeyketina hêzên hikûmeta Îranê kevte nav rûbarê “Bênar” û hate xendiqandin.
Şeva Şemî 18`ê Banemer, çalakvanekî medenî yê bi navê “Elî Elahweysî” xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Roja Yekşemî 19`ê Banemerê, kedkarek bi navê “Îslam Qadirî”, temen 40 sal û kurê Fetah û xelkê gundê “Kolêj” ê ser bi bajarê Merîwanê, di dema karkirinê de rastî bûyera kar hat.
Roja Şemî 18 Banemerê, çalakvanekî medenî yê Kurd ê bi navê “Sîrwan Ebdullahî”, xelkê bajarê “Sine”yê, bi danîna barmiteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate azadkirin.
Karnasê Berevirdkirina Karê îdareya “Pewerde û Hînkarî” yê bajare Selmasê, bi sedema lixwkirina kirasê "Tîşêrt" ji aliyê mamostayekî ve hate cezadan.
Roja Pênşemî 15`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Darîyûş Xalidiyan” temen 22 salî û kurê “Hûşeng” û herwisa “Muhsin Seîdî” temen 21 salî û kurê “Husên” xelkê bajarê “Qurwe” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.