Kedkarekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî
Roja Dûşemî 15`ê Xermananê , kedkarekî Kurd ê bi navê “Tahîr Haşimî”, temen 60 salî û xelkê gundê “Qapqilî” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî”, dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Dûşemî 15`ê Xermananê , kedkarekî Kurd ê bi navê “Tahîr Haşimî”, temen 60 salî û xelkê gundê “Qapqilî” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî”, dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Yekşemî 14`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemedxalîd Ebdulazade”, temen 41 salî û xelkê bajarê Pîranşarê li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hacî Omran” ê girêdayê wî bajarî, canê xwe ji dest da.
Taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi serokatiya dadwer “Peyman Rostemî” welatiyekî Kurd ê bi navê “Şêrko Tabnak”, bi 5 meh girtîgeha te`izîrî û 7 meh girtîgeha ragirtî hate cezakirin.
Şeva derbasbûyî, bi sedema vergerayana maşînek a cora “pêjo 405” ku helgirê kolberan bûye, sê koklber bgirîndar bûn.
Roja Pênşemî 10`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Luqman Nîkzad”, temen 25 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Celal Wefayî”, kurê hacî Umer û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya wî bajarî bi serokatiya dadwer “Peyman Rostemî” ve bi 5 meh girtîgeh hate cezadan.
Roja Çarşemî 10`ê Xermananê, hêzên ewlehî 5 welatiyên Kurd ên bi navên “ Esed Ramîn, Xalîd Ramîn, Daûd Rehîmî, Serdar Ramîn û Ramîn Ramîn” xelkê gundên “ Qarnê” û “Çeqe Mistefa” yê ser bi bajarê Nexedê hatine binçavkirin.
Roja Yekşemî 7`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Heyder Elîzade” xelkê “Qeznavê” û “Şêrzad Mamendî” xelkê gundê “Nerzîwê” ên ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Pêncşemî 4`ê Xermananê du welatiyên Kurd ên bi navên “Zagiros Ebasî” temen 22 sal û kurê Marif û “Ehmed Ezîzî” kurê Eta xelkê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê hatine azadkirin.
Taya 1 a dadgeha pêdaçûn li bajarê Urmiyê digel azadiya mercdar a girtiyê siyasî ê Kurd “Bapîr Berze”ê xelkê gundê “Çiyane” yê girêdayê bajarê Pîranşarê dijayetî hate kirin.