Kolberekî xelkê bajarê Nodşeyê canê xwe ji dest da
Şeva Înê 26`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Şoket Qurbanî”, kurê Êvez û xelkê gundê “Dizawer” ê ser bi bajarê Nodşeyê, di dema kolberiyê de bi sedema sekinîna dil, canê xwe ji dest daye.
Şeva Înê 26`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Şoket Qurbanî”, kurê Êvez û xelkê gundê “Dizawer” ê ser bi bajarê Nodşeyê, di dema kolberiyê de bi sedema sekinîna dil, canê xwe ji dest daye.
Di heyama Çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ramîn Ramîn”, xelkê gundê “Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedeyê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Mihabadê…
Roja Pêncşemî 25ê Xermananê, kolberekî kurd ê bi navê “Mihemedemîn Qadirî, kurê Salih û xelkê Baneyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Meran”ê ya wî bajarî, canê xwe ji dest da.
Sê welatiyên Kurd ên bi navên “Husên Dûdkanlû Mîlan, Şaho Ehmedî û Zahir Rûzxûn” xelkê gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Yekşemî 21`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Qeredaxî”, kurê Husên û xelkê gundê “Îndirqaş” ê ser bi beşa navendî ya girêdayê bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate azadkirin.
Şeva Yekşemî 21`ê Xermananê, kolberkî Kurd bi navê “Resûl Kerîmî”, kurê Kerîm û xelkê bajarê Banê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, cane xwe ji dest da.
Ji roja Çarşrmî 18`ê Xermananê ve, Spaha Pasdaran dest bi bombebarankirina esmanî û topbarankirina axa herêma Kurdistanê kiriye û heta niha jî ew êrişane berdewam in.
Dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Fethînijad”, temen 28 salî û kurê Elî, bi 4 sal û 3 meh girtîgeh ceza kir.
Tevî bilindbûna enfilasiyon û nirxa hewcehiyan li Kurdistanê, kedkarên bajarvaniya Îlamê heyama 5 mehan e ku perê heqdesta xwe vernegirtine û vê yekê jiyana wan kedkaran dijwartir kiriye.
Roja Duşemî 15`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Bêhrûz Ezîzî”, temen 40 salî, kurê Mihemedsalih û herwisa “Resûl Ezîziyan”, temen 50 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Mîrava” yê ser bi devera Jaweroya bajarê Sineyê, ji aliyê…