Rojnamevan, helbestvan û nivîserê Kurd ji girtîgehê hate azadkirin
Roja Pênşemî 20 Xezelwerê, rojnamevan, helbestvan û nivîserê Kurd “Îrec Ebadî”, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.
Roja Pênşemî 20 Xezelwerê, rojnamevan, helbestvan û nivîserê Kurd “Îrec Ebadî”, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.
Roja Dûşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyeka Kurd a bi navê “So`ida Xedîrzade” keça Rehîm, ji girtîgeha Îtla`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Enver Resûlî” 45 salî kurê Resûl û xelkê gundê “Ebulhesen” ê ser bi bajarê Baneyê bi danîna barimteyê ji girtîgeheke ewlehî ya wî bajarî hate azadkirin.
Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Kerîm Xendedar” xelkê gundê “Mîr Şêxheyder” ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.
Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Serdar Ramîn” kurê Xalid û xelkê “Qarna” yê ser bi bajarê Nexedeyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Roja Yekşemî 16`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ferhad Zendî” kurê “Ezetullah” û xelkê bajarê Sineyê, bi sedema teqeya hêzên întizamî, canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 15`ê Xezelwerê, kombûna dadgeha pêragihîştina bi tohmetên “Merziye Qulamweysî, Sîrwan Ebdullahî, Etaullah Rezarebabî, Mehdî Seyfî, Ferdîn Rehîmî, Qani`i Xatirî û Elî Ellahweysî”, ji endamên kempêyna “jiyanaweya Kurdistanê” li taya…
Roja Înê 14`ê Xezelwerê, mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê “Selah Şerîfzade” piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgeha Xelxalê zivirî.
Berpirsê girtîgeha “Qereçek” a bajarê Veramînê bi awayekî kirêt digel girtiyên siyasî yên Kurd di wê girtîgehê de reftarê dikin û girtiyên siyasî yên Kurd bi “terorîst” binav dikin.
Roja Şemî 15 `ê Xezelwerê, “Raşid Muntezirî” girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê, bi awayeke mercdar ji gitîgeha wî bajarî, hate azadkirin.