Welatiyekî xelkê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûnis Yahû” xelkê gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûnis Yahû” xelkê gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, heyama binçavkirina demkî ya welatiyeka Kurd a bi navê “Soida Xedîrzade” keça “Rehîm” û xelkê bajarê Pîranşehrê bo heyama 20 rojan hate demdirêjkirin.
Welatiyekî kurd ê bi navê “Fatih Seidullahî” xelkê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sineyê, di girtîgeha îdareya Îtla`ata wî bajarî de maye û li qedera navbirî ti zanyariyeke serast ji ber dest de nîne.
Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, 2 ciwanên temen 18 salî ên bi navên “Sîna(Kerîm) Mînayî” û “Ebdulla Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Yekşemî 9`ê Xezelwerê, çalakvanekî jîngeparêz ê bi navê “Nevîd Konepûşî”, xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, serbazekî Kurd ê bi navê “Nerîman Şehbazî”, rûniştiyê taxa “Şerîfava” ya girêdayê bajarê Tikabê, li bajarê Benderebasê bi çekê teqe li xwe kiriye û dawî bi jiyana xwe anîye.
Sibideha roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Weysî Badînî”, kurê Ehmed û xelkê gundê “Sorkan” ê ser bi devera Mirgewer, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de li ser sînorê bajarê Urmiyê, canê xwe ji dest da.
Îro Dûşemî 10`ê Xezelwerê, bi sedema pirsgirêkên malbatî, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, li bajarê “Sunqur û Kulyayî” yê girêdayê bajarê Kirmaşanê, hate kuştin.
Roja Înê 7`ê Xezelwerê, welatiyeka Kurd a bi navê “Şilêr” xelkê gundê “Doletû” ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.
Di heyama rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, kurê Rostem û xelkê gundê “Kosekerêz” ê ser bi bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.