çalakvaneka jinan a bi navê “Perdîs Rebî`î” ji girtîgehê hate azadkirin
Roja Şemî 21`ê Reşemê, çalakvaneka jinan a xelkê bajarê Sineyê, rûniştiyê bajarê Yezdê û bi jê standina soz ji girtîgehek ewlehî ya bajarê Yezdê hate azadkirin.
Roja Şemî 21`ê Reşemê, çalakvaneka jinan a xelkê bajarê Sineyê, rûniştiyê bajarê Yezdê û bi jê standina soz ji girtîgehek ewlehî ya bajarê Yezdê hate azadkirin.
Îro Şemî 21`ê Reşemê, girtiyekî siyasiyê Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Qebrahisên” ê girêdayê bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteya 8 milyard Tumenî hate azadkirin.
Roja Şemî 21`ê Reşemê, welatiyek temen 42 salî bi sedema teqîna mînê li bajarê Mêhranê bi awayek dijwar birîndar bû û destê xwe yê rastê ji dest da.
Roja Şemî 21`ê Reşemê li bajarê Newsûdê, şûşeyên nêzî 100 maşînên kolberan ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine şikandin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, girtiyê siyasiyê Kurd ê bi navê “Tahir Sofî” xelkê gundê “Gergûla xwarê” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bi awayek mercdar ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.
Roja Çarşemî 18`ê Reşemê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Riza Ebdî” kurê Ebdullah û xelkê bajarê Kamêranê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li nêzîk bajarê Kengawerê girêdayê parêzgeha Kirmaşanê birîndar bû.
Sibêdeha Îro Şemî 21`ê Reşemê, kolberek Kurd ê bi navê “Mihemedzahir Fethî” temen 26 salî û xelkê gundê “Hole Temirxan” ê girêdayê bajarê Selasa Bavacanî, li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.
Roja Pêncşemî 19ê Reşemê, welatiyekî jin ya bi navê “Leyla Nîkcûyan” temen 25 salî, xelka bajarê “Mihabad”ê cehda xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.
ji qedera welatiyekî Kurd yê bi navê “Ebdulla Rozrox” xelkê bajarê “Merîwan”ê ku roja Şemî 30 Rêbendanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zaniyariyek ji ber deste nîne.
Roja Pêncşemî 19ê Reşemê, Kolberekî Kurd bi navê “Keywan Qadirî” temen 27 salî, xelkê bajarê “Serdeşt”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî har birîndarkirin.