Li bajarê Urmiye pizîşkeka Kurd dawî bi jiyana xwe anî
Roja Înê 6`ê Cozerdanê, Pizîşka Kurd a bi navê “Nigîn Îbrahîmizade” keça Mensûr û xelkê gundê “Gunbed” a ser bi devera Soma ya bajarê Urmiye, piştî hewldan bo xwekujiyê canê xwe jidest da.
Roja Înê 6`ê Cozerdanê, Pizîşka Kurd a bi navê “Nigîn Îbrahîmizade” keça Mensûr û xelkê gundê “Gunbed” a ser bi devera Soma ya bajarê Urmiye, piştî hewldan bo xwekujiyê canê xwe jidest da.
Sibêdeha roja Şemî 7`ê Cozerdanê, termê “Behlûl Seydanîferd” duyemîn kolberê vudabûyî yê xelkê gundê “Bavan”a girêdayê devera Mirgever a bajarê Urmiye, li bilindahiyên gundê “Gelêşim” a Tirkiyê hat peydakirin.
Roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê, Welatiyê Kurd ê bi navê “Rêbwar Çarikdarî” piştî gazîkirina bo dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê wî, bo girtîgeha wî bajarî veguhastin.
Roja Sêşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Yûsif Emînî”, temen 52 salî û xelkê gundê “Gurgawê” ya girêdayî bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina hukmê girtîgeha wî, bo girtîgeha wî bajarê hate veguhastin.
Roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê, kolberê Kurd ê bi navê “Madêh Kerîmî”, xelkê gundê “Bilber” ê û rûniştiyê bajarê Merîwanê bi sedema berbûn ji bilindahiyên sînorê “Tete” a girêdayî herêma Hewramanê bi dijwarî birîndar bû.
Kanalên Telegramî ên xwecihî li bajarê Paweyê belav kirine ku, li roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê hatinûçûnkirina li sînorê Paweyê heta demek nexuya qedexe hatiye ragihandin.
Roja Yekşemî 1`ê Cozerdanê, nûciwanê 12 salî yê bi navê “Mihemed Badire”ê kurê “Ebdulla” xelkê bajarê Merîwanê, dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka amara tomarkirî li Navenda Amara Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyama meha Banermera sala 1401`an de bi gelemperî 29 kolber hatine kuştin û bilîndarkirin.
Îro Yekşemî 1`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Îbrahîm Tarîmuradî” kurê Mihemedsalih û xelkê gundê “Hemrole”ya girêdayî bajarê Sineyê, piştî gazîkirina navbirî bo taya 4 a Birêveberiya Cezaya Keyferî ya wî bajarî, bo birêvebirina…
Heftiya derbasbûyî, çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê “Uswet Zerdoyî”, temen 30 salî û kurê Îbrahîm, xelkê bajarê Bayîngan a girêdayê bajarê Pawê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.