Cebar Dostî çalakvanê sinfî yê mamosteyan hat binçavkirin
Roja Yekşemî 17`ê Cozerdanê, “Cebar Dostî” Endamê Encûmena Sinfî yê mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.
Roja Yekşemî 17`ê Cozerdanê, “Cebar Dostî” Endamê Encûmena Sinfî yê mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.
Roja Yekşemî 16`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Muslim Qadirpûr” temen 22 salî û kurê “Fireydûn” xelkê gundê “Golçêr” yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.
Pirtûka “Wîrke reng bike” bi devoka Kurdên Kilardeştê, ya berhema “Mujgan Kawusî” nivîser û girtiya siyasî hat weşandin.
Roja Yekşemî 15`ê Cozerdanê, “Siyaweş Heyatî” berdevkê koma Ravêja çalakvanên medenî yê Yarsan, piştî çar demjimêr lêpirsîn ji Îtila`ata Hêza Întizamî hat azadkirin.
“Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxwa”, ji endamên birêveberiya Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo benda ewlehî ya girtîgeha Êvînê hatin veguhastin.
Girtiyekî siyasî yê berê û çalakvanê mafê mirovî “Areş Sadiqî” li ser rûpela civakî Twittera xwe ya kesî, bas ji qutkirina çar tiliyên girtiyekî li girtîgeha Êvîna bajarê Tehranê kiriye.
Roja Pêncşemî 12`ê Cozerdanê, hejmarek ji çalakvanên sinfî yên mamosteyan bi nîşana nerazîbûn ji binçavkirina mamoste û dosye sazî li dijî wan û herwisa bi armanca piştevanîkirin ji “Eskender Lutfî”, berdevkê şiwra hevahengîkirina saziyên…
Roja Çarşemî 11`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Xalid Qurbanî” temen 26 salî, kurê Yûsif û xelkê bajarê Kamêranê, rûniştiyê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Roja Sêşemî 10`ê Cozerdanê, leşkerekî Kurd ê bi navê “Mihemedsidêq Ezîzî” kurê Luqman û xelkê bajarê Şinoyê, li benda leşkerî ya girtîgeha bajarê Urmiyê hate mirexesiyê.
Mamosteyê derkirî û çalakvanê warê kedkarî yê bi navê “Fatih Mecîdî” û xelkê bajarê Baneyê, roja Duşemî 19`ê Banemerê bi nîşana anîna ziman a nerazîbûna xwe li derheq binçavkirina neyasayî û bêparkirina navbirî ji destpêregihîştina bi…