Dêwolan: Suhêyla Mutaî bi girtîgehê hate cezadan
Suhêyla Mutaî, welatiya Kurd ya xelka bajarê Dêwolanê, ji aliyê taya du ya dadgeha kêyferî ya vî bajarî ve bi girtîgehê hat cezadan.
Suhêyla Mutaî, welatiya Kurd ya xelka bajarê Dêwolanê, ji aliyê taya du ya dadgeha kêyferî ya vî bajarî ve bi girtîgehê hat cezadan.
Çalakvanekî medenî yê bi navê “Mehdî Cewanmerdî” yê xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê taya du ya dadgeha Keyferî a wî bajarî ve bi 5 sal û 9 mehan girtîgeh hate cezadan.
Umîd Şamihemedî, Perwîz Ehsenî, Kawe Mihemedzade û Hîwa Qureyşî ji Endamên Encumena Sendîkaya Mamostayên Kurdistan-Dîwandere ji aliyê taya 1 a Dadgeha Şoreş ya bajarê Sineyê ve hatin cezadan.
Biryara binçavkirina demkî ya parêzerê pile yek yê dadgehê, Qareman Kerîmî ji aliyê dozgerê Paweyê ve bo heyama mehekê hat demdirêjkirin.
Sibêdeha roja Çarşemî 2ê Sermawezê, cezayê bidarvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Lotfî” û kurê Hacî Baba Lotfî û xelkê bajarê Eywanxerbê, li girtîgeha bajarê Îlamê hate cîbicîgirin.
Roja Sêşemî 8`ê Sermawezê, “Îbrahîm Şerîfîfer” ku di meşa xwenîşandanên seranserî de li bajarê Bokanê bi teqeya hêzên serkutker hatibû birîndarkirin, di nexweşxaneya bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê bona eşkerekirina zêdetir a binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê û gihandina zaniyariyan bo Komîteya Peydakirina rastiyan a Neteweyên Yekgirtî, daxuyaniyek belav kiriye.
Roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, “Şoreş Nîknam” ê xelkê gundê “Qelacoxe”yê ku di meşa xwenîşandanên seranserî de li bajarê Mehabadê, bi sedema teqeya hêzên serkutker birîndar bibû, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Serêvara roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, nûciwanek 16 salî yê bi navê “Riza Kazimî” ku li bajarê “Mûjijî” yê ser bi bajarê Kamêranê, bi sedema teqeya hêzên serkutker bi dijwarî birîndar bibû, di nexweşxaneya bajarê Sineyê de canê xwe ji dest…
Hêmin Aman ê 26 salî û kurê Ebdulnasir, xelkê gundê “Qurmîş” û rûniştiyê taxa “Mecbûrava”ya bajarê Bokanê di girtîngehê de û di bin azar û îşkenceyan de canê xwe ji dest da.