Nexede: Mamosteyekî Olî yê Kurd bo îdareya îtla`atê hat gazîkirin
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Elî Pûrmend” pêşnimêjê mizgevta Seyd Ebdula Kemalî ya Nexede, bo îdareya îtla`ata wî bajarî hat gazîkirin û lêkolîn jê hatkirin.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, mamoste “Elî Pûrmend” pêşnimêjê mizgevta Seyd Ebdula Kemalî ya Nexede, bo îdareya îtla`ata wî bajarî hat gazîkirin û lêkolîn jê hatkirin.
Roja Duşemî 1`ê Reşemeyê, “Azad Xwançezer” çalakvanê kedkarî û çandî bi danîna barimteyê li girtîgha Merîwanê hat azadkirin.
Şeva Yekşemî 30`ê Rêbedanê, du kolberên Kurd yên bi navên “Şoreş û Yadgar” yên xelkê bajarê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Şeva Yekşemî 30ê Rêbendanê, kolberê bi navê “Saman Yeqobî” kurê Salar û xelkê gundê Surxêbanê ser bi bajarê Ciwaroyê, bi sebeba qolibîna maşînê li rêya “Şebankare” canê xwe ji dest da.
Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, jina bi navê “Me`irifet” naskirî bi (Mayfiyet) Kerîmî ya xelkê bajarê Urmiyê bi sebeba aloziyên malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, “Mehdî Tevekolî” wênegirê xelkê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.
Roja Sêşemî 25`ê Rêbendanê, du welatiyên bi navên “Ferşad Aynî” temen 29 salî û “Se`idula Aynî” temen 24 salî û xelkê bajarê Dilhorana ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.
“Osman Îsmaîlî” çalakvanê kedkarî ji bo lêkolînê li girtîgeha îtla`ata Seqizê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê veguhastin.
Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, “Emced Sa`idî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê li girtîgeha wî bajarî azad bû.
Roja Duşemî 24ê Rêbendanê, rûniştina dozê ya çalakvanê sendîkaya mamostayan û endamê desteya rêveberiya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Merîwan, Şe`iban Mihemedî, bi amadebûna parêzerê wî li dadgeha Şoreşa Merîwanê birê ve çû.