Di bin siya pêranegihîştinên pîzişkî de: Mirina girtiyekî li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de
Roja Çarşemî 17`ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Ferhad Neqîzade” kurê Îbrahîm û xelkê gundê “Baracoq” a ser bi bajarê Urmiyê ji ber pêranegihîştinên pîzişkî û dereng veguhastina navbirî bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.









