Li sînorê Newsûdê kolberê xelkê Ciwanroyê birîndar bû
Roja Pêncşemî 12’ê Gelawêjê kolberekî bi navê “Mêhran Ehmedî” xelkê Ciwanroyê bi gulebarana leşkerên dewletê li sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.
Roja Pêncşemî 12’ê Gelawêjê kolberekî bi navê “Mêhran Ehmedî” xelkê Ciwanroyê bi gulebarana leşkerên dewletê li sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.
Roja Sêşemî 10’ê Gelawêjê hêzên Îtla`ata Sinê li ser rêya Sine – Merîwanê teqe li otombêla çalakvanê sivîl Pûriya Ehmedî kirin û piştî rawestandina otombêlê û hevjîna wî Sehar Ehmedî û Barzin Ehmedî, kurê wan ê biçûk binçav kirin.
Sibeha roja Çarşemî 11`ê Gelawêjê welatiyê bi navê “Alan Erdeşîrî” xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Demjimêrên şeva Sêşemiyê 10`ê Gelawêjê, 2 kolber ên bi navên “Erkan Rehmanî û Layiq Derwîşî” ên xelkê bajarê “Ciwanro”yê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Welatiyekî Kurd yê bi navê " Xalid Mihemedî" xelkê gundê "Tercan" a ser bi bajarê Seqizê ji girtîgeha Îdareya Îtlaatê Sinê bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin.
Roja Yekşemî 8ê Gelawêjê, “Mihemed Çûkel” hunermendê nîgarkêş û rêveberê galiriya “Çûkel” li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.
Waran Mihemednejad, xwendekara Zanîngeha Hunerê ya Yezdê û endama Rêxistina Çand û Civakî ya Nûjîn, ji aliyê Dadwerê Taya Yekem ê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sinê ve, Seîdî, salek girtîgehê hat cezakirin.
Roja Duşemî 9’ê Gelawêjê, Rêbwar Ebdullahî, çalakvanê xelkê bajarê Sinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha îdareya îtla`ata vî bajarî hate azadkirin.
Roja duşemî 2ê Gelawêjê, Hozan Babakeremî, Mesûd Mîrzayî û Îbrahîm Mîrzayî çalakvanên medenî yên bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Roja Şemî 7`ê Gelawêjê, çalakvanê jîngehparêz ê Ciwanroyê Yasir Nûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.