Îsmaîl Ehmedî Muqedem: Kanalên Esmanî Navenda Nifaqê Ne
Fermanderê Giştî yê hêzên Întizamî yên Tehranê ragihand ku kanalên Esmanî dikarin bibin navenda nifaq û pêkanîna fisadê bo têkdana ewlehî û aramiya hikûmeta Îranê.
Fermanderê Giştî yê hêzên Întizamî yên Tehranê ragihand ku kanalên Esmanî dikarin bibin navenda nifaq û pêkanîna fisadê bo têkdana ewlehî û aramiya hikûmeta Îranê.
Berpirsê Navenda Xebat Dijî Madeyên Sirker, Mihemd Baqir Sabirî raginad li Îranê tûşbûyên madeyên sireker %50 ji textên nexweşiyên hundurî dagîr kirine.
Ravêjkarê Serokkomarê Îranê, Elî Ekber Cewanfer û berpirsê rojnameya Îranê bi tawna belavkirina mijara dijî yasayên Îslamê û Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê dadgehê ve bi yek sal zîndan û 3 sal bêparbûn ji karê çapemeniyê hat mehkûmkirin.
Berpirsê giştî yê pijişa yasayî li bajarê Luristanê, Peyman Astirkî ragihand li 6 mehên derbazbûyî de heta niha 19 kes bi sedema bûyerên karî canê xwe ji dest dane ku hemû mêr in.
Li gor daxûyaniya Saziya Mucahidînê Xelq, herdu hikûmetên Îran û Iraqê li halê darêtina pîlanekê ne bo êrîşkirin bo ser binkeyên saziya Mucahidîna Xelq li kempa Eşref:
Dadwerê Taya Şeş a Dadgeha Bilind ya Welat li Îranê biryara îdamkirina zarokek jêr temen 18 saliyê bi navê Şayan Omîdî xelkê bajarê Gîlanê pesend kir.
Cîgirê Siyasî û ewlekarî yê parêzegeha Sine Îrec Hesenzade ragihand, hewlên pêşgirane û berdewam ên hêzên ewlekarî-întîzamî yên parêzgeha Kurdistanê bûye sedem ku qaçaxçî di vê parêzgehê de hest bi aramî nekin.
Mehmûd Haşimî, Wezîrê Berê yê Dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îrnê, van nêzîkane dê vegere bo welatê xwe anku Iraqê.
Piştî ku nûnerê Mehelat û Dilîcanê li Meclîsa Şêvra Îslamî rexne ji Larîzanî Serokê Meclîsê girt derbarê ewê ku çima terha qutkirina pêwendiyan lige berîtaniya nexistiye nava bernameyên karî ên Meclîsê, Larîcanî jî biryara xistina vê terhê…
Nûçegihaniya Mêhr li ser zimanê Nûnerê Şehriyar li Meclîsa Şêvra Îslamî ya Îranê,Husên Gerûsî belavkir ku li binkeyeyk leşkerî ya gundê Bîdgine ya ser bi bajarokê Melard a Parêzgeha Elburz, teqîek bihêz çê bû ku û bû sedema kuştina çend…