Li Qezwînê Kurdek hat darvekirin
Hukmê îdam kirina kesekî Kurd ê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, li zindana Qezwîn a Îranê de, birêve çû û ew hat daliqandin.
Hukmê îdam kirina kesekî Kurd ê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, li zindana Qezwîn a Îranê de, birêve çû û ew hat daliqandin.
Du çalakvanên mafên mirovan û mafên sivîl ên bajarê Bokan a rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê liqa 3’em a dozgeriya Înqilab(şoriş) a bajarê Tehranê ve, pirs ji wan hatin kirin.
Şert û mercên nebaş ên hundirê girtîgeha Karûn a Ehawaza Îranê, greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ên wê zinbanê bi pey xwe hişt.
Bi sedema çêkirina wekhevî û ji holê rakirina nakokiyan navbera etnîkên cur bi cur û aliyên cihê reng ên ayînî û olî de, xelata Navenda Parastina mafên mirovan bi alimekî olî ê Belûç hat dayîn.
Fermandarê leşkerî ê eskergeh (padigan)a Sipaha Pasdaran a“Mescid Sulêman” li parêzgeha Xuzistan a Îranê, nehîşt nûçeya kuştina serbazê Kurd ê bajarê Urmiyê bê weşandin.
Nûnerê Welayeta Feqîh li Sine a Rojhelatê Kurdistanê, partiyên Kurd ên opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê wek Taliban li welatê Pakistanê da nîşandan û ew hemû bi dijminên Îslamê binav kirin.
Piştî bihagiraniya nan û madeyên xwerinê, di deverên Kurdakincî yên Îranê de, li pişka ard ya wan deveran, ji her telîsek ard kîlo û nîvek hat kêm kirin.
Kesên ku gorî yasaya Îranê dema serbazi (eskeri) ya wan bihoriye (yên temen jêr 27 û ser 50 saliyê) re nebin anku navbera wan du reqeman de bin, dikarin serbaziya xwe bi pere bikirin.
Dozgeriya Înqilab a Mahşehr ji beşa cizadan a dozgeriyê xwest dakû girantirîn ceza bo2 hemwelatiyên Ereb ku baweriya olî (mezheb)î a xwe guherîne, pesend bike.
Hevdem ligel wê yekê ku roja cîhanî a kêmendaman li cîhanê bilind tê nirxandin, bi borîna 25 sal li ser şerê Îran û Îraqê re, heya niha jî 4 milyon û 200 hezar hiktar ji axa Rojhelatê Kurdistanê, ji mayînan paqij nebûye.