Girevek seranserî li Xûzistanê wê birêve here
Egera vê yekê heye ku di çend rojên derbazbûyî de, girevek seranserî ên kedkarên Xûsiatanê birêve here.
Egera vê yekê heye ku di çend rojên derbazbûyî de, girevek seranserî ên kedkarên Xûsiatanê birêve here.
Ji du milyon Îraniyên ku ji bo bicihanîna merasîma çileya Îmam Hisên derbasî Îraqê bûne, 500 hezar kes jê bi awayê neyasayî yasayên sînorî pêpes kirine û xwe gihandine bajarê Kerbelayê.
Wezîrê Rê û Avahiyan a Îranê tevî amajekirina bi 250 milyard tûmen ji deynê dewletê dibêje: “Niha riya haydanê bo daxwazkariyê nikare kêşeya “rikûd”ê di Îranê çareser bike.
Di yek ji xwendingehên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat de, sobe agir girt û ew yek bû sedema vê ku mamostayek bişewite.
Polîsê Ustiraliyayê, werzişvanekî Îranî bi serperestîkirina girûpeke qaçaxa maddeyên hişber tometbar kir.
Di çend rojên derbazbûyî de komek Fîlm û wêne li torên civakî de hatin bilavkirin, ku ew yek nîşan dide ku niha di roja ronahî de, li cihên giştî mîna park û mêtro û çayxanan de bi eşkere madeyên hişber bi kar tînin.
Bi sedema rewşa xirab û riftarên ne mirovî di girtîgehên Îranê, girtiyekî siyasî yê Belûç, gilînameyek bo karbidestên rêkxistina “NY” dişîne.
Çend girtiyên siyasî di zindana Recayî Şehr a Kerecê de, li ser bingeha vê ku girtiyên xeyrê siyasî azar û eziyeta wan dikin, û herwisa seba reftara xirab ya berpirsên girtîgehê, dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Nêzîk bi 5 hezar keysên teybet bi gendelî (Êxtilas) ya taybet bi “Aqazadeyan” di bin lêkolînê de ne ku, parek ji wan hatine hukim dan û parek din jî di dadgehan de bê xwedî ne.
Vegeşîna firotinê li bazarên Îranê de gihîştiye %11.5 û vegeşîna berhemanîna navxweyî jî di havîna Îsal de %13.5 bû.