Mehabad; Binçavkirina çar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Duşemî 8’ê Xezelwerê 4 welatiyên Mehabadê yên bi navên Mîlad Meirûfî, Hawrê Tûrê, Alan Hemecanî û Pûriya Nesîrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Roja Duşemî 8’ê Xezelwerê 4 welatiyên Mehabadê yên bi navên Mîlad Meirûfî, Hawrê Tûrê, Alan Hemecanî û Pûriya Nesîrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Roja Duşemî 8`ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Luqman Ehmedpûr” temen 45 salî, xelkê gundê “Manîjlan” a ser bi navçeya Banê, bi sebeba teqeya hêzên dewletê li sînorê “Hengejale” yê bi giranî birîndar bû.
Roja Sêşemî 2’ê Xezelwerê, kolberekî Kurd bi navê “Muhsen Ebdullahî” temen 35 salî, kurê Nasir, xelkê gundê “Kanî Berd” a Bane, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê hat kuştin.
Serbêya roja Sêşemî 2’ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “A.M” li girtîgeha Xoyê hate bidarvekirin.
Roja Duşemî 1’ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Zanko Goherî” xelkê Bane li sînorê “Hengejale” ya vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin.
Roja Duşemî 1’ê Xezelwerê, Tariq Rehîmpûr ê temen 39 salî, û kurê Mûsa xelkê gundê “Evîheng”a bajarê Sine, piştî danîna barimteya 1 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Roja Duşemî 1ê Xezelwerê, endamê Komeleya Keska Çiya yê Merîwan û çalakvanê jîngehparêzî Madêh Xweşnevaz, piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî hat berdan.
Êvara roja Yekşemî 30’ê Rezberê, 3 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Wêneyên ku ketine destê Krdpa yê diyar dikin ku cama wêneyên sembolîk ên Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepûşî- cangoriyên parastina jîngehê û logoya Komeleya Kesk Çiya li ser gorên van qurbaniyan li Merîwanê ji aliyê kesên nenas ve hatine…
Êvariya roja Şemî 29’ê Rezbera îsal, kasibkarê Kurd ê bi navê “Vahid Qadrî” temen 23 salî, kurê Ehmed û xelkê Seqizê, di encama teqe û şopandina hêzên leşkerî yên dewletê canê xwe ji dest da.