Sine; Xebat Dêhdar salek cezayê girtîgehê lê hat birîn
Xebat Dêhdar, xebat Dêhdar û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 12 meh cezayê girtîgehê ya tezîrî lê hat birîn.
Xebat Dêhdar, xebat Dêhdar û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 12 meh cezayê girtîgehê ya tezîrî lê hat birîn.
3 kolberên bi navên “Hemîdriza Hafizî” xelkê Seqizê, “Selah Kerîmî” xelkê Sine û “Diyako Remezanî” xelkê Seqizê di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane birîndar bûn.
Êvariya roja Pêncşemî 25`ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd bi navê Zaniyar Fetahiyan, temen 23 salî, kurê Xalid xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, sibeha roja Sêşemî 23`ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Şehbaz Letîfî Sirînî” yê temen 37 salî, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.
Sibeha roja Sêşemî 23ê Xezelwerê, Selah Rehmanî girtiyê siyasî yê berê yê Kurd xelkê gundê Çişmîdere ya ser bi devera Zêvrûd a bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Hêranayê, serê sibê roja Sêşemî 23ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Arman Babazade Ayan” kurê Behram xelkê gundê “Ayan” a ser bi navçeya navendî ya Selmasê, li girtîgeha vî bajarî hat îdamkirin.
Di berdewamiya rêjeya teqeya rasterast a artêşa dewleta Îranê li kolberan li navçeyên sînorî de, 4 kolber birîndar bûn ku 2 ji wan kolberên temenê van d bin 18 saliyê de ne, ku bi sebeba eqeya rasterast ên hêzên leşkerî li sînorê Bane…
Roja Duşemî 22ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd bi navê “Soran Mehmûdî” kurê Xalid xelkê Pîranşarê, piştî danîna berimteya 3 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hat azadkirin.
Serê sibê roja Çarşemî 17ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Elîriza Pertoyî” xelkê bajarê Senqer ya parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha Dêzilava yê hate bidarvekirin. Di nava vê girtiyê de hejmara kesên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan.
Roja Yekşemî 21’ê Xezelwerê, ciwanekî bi navê “Ehsan Îsmaîlzade” temen 28 salî û xelkê Mehabadê li sînorê bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmet ve hat birîndarkirin.