Şino; Xoşnav Eynî ji bo cîbicîkirina ceza birin girtîgehê
Roja Yekşemî 10’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Xoşnav Eynî” xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şino yê bo cîbicîkirina cezayê wî ew bo girtîgeha vî bajarî veguhastin.
Roja Yekşemî 10’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Xoşnav Eynî” xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şino yê bo cîbicîkirina cezayê wî ew bo girtîgeha vî bajarî veguhastin.
Sibeha roja Şemî 9’ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Ehmed (Ebdul) Şawalî” kurê Hisên û xelkê gundê “Îslamiye” a ser bi bajarê Sîrwan a parêzgeha Îlamê, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hat îdamkirin.
Roja Şemî 9ê Befranbarê, kolberê bi navê “Ehmed Sadiqî” xelkê bajarê Seqizê, li sînorê bajarê Bane bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin.
Sibeha roja Pêncşemî 7’ê Befranbarê girtiyê bi navê “Kerîm Emînîxa” yê xelkê bajarê Bokanê li Girtîgeha Navendî ya Bender Ebasê hat îdamkirin.
Roja Yekşemî 3`ê Rêbendanê, welatiyê bi navê Kawe Gevilî yê temen 37 salî û xelkê bajarê Sine, ji aliyê navenda 15 a polîs a vî bajarî ve, rastî teqeyê hat û hat kuştin.
Sibeha roja Înê 8ê Befranbarê, 4 girtiyan bi tohmeta “beşdariya di hevkariya îtlaatî û sîxuriyê de ji bo berjewendiya Îsraîlê” bi navên “Wefa Hinarê, Aram Omerî, Rehman Perhazû û Nesîm Nemazî” li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatin îdamkirin.
Sibeha roja Çarşemî 6`ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Mihemed Hesarî” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Bîrcendê hate îdamkirin.
Roja Çarşemî 6’ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Mensûr Selamet” kurê Mehkûm û xelkê gundê “Pêsan” a ser bi navçeya Tergewera Urmiyê, piştî çend demjimêran ji binçavkirinê, li girtîgeha ewlehiyê ya vî bajarî, canê xwe ji dest da.
Roja Sêşemî 5ê Rêbendanê, Wirîşe Muradî naskirî bi (Ciwane Sine) çalakvana jin a Kurd, piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ji beşa 209 a girtîgeha Êvînê bo beşa jinan a vê girtîgehê hat veguhastin.
Roja Duşemî 4’ê Befranbara 1402’an, 6 welatiyên Kurd yên bi navên “Mehdî Rehîmî Azer, Selah Rehîmî Azer, Enwer Qasimpûr, Kemal Xizirî, Kemal Nasirî û Rizgar Rehîmî Azer” xelkê gundê “Kanîreş” a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin…