Rêgirî ji raguhastina jine hewsiyik siyasiyê Kurd bi girtîgeha şarê Mako
Zeyneb Celaliyan ji aliyê berpirsên girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan û senterên asayişê, rêgirî ji çona vê bi girtîgeha sêntrala şarê Makoyê kirin.
Zeyneb Celaliyan ji aliyê berpirsên girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan û senterên asayişê, rêgirî ji çona vê bi girtîgeha sêntrala şarê Makoyê kirin.
Riza Şerîfî Bokanî, xebatkarê siyasiyê Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran, hukmê 4 sal dûr xistin bi parêzgeha Isfehan jêre birî.
Duxtorik Kurd ji xelkê şarê Dîwqan Derê, ji aliyê dezgeha ewlehiya vî şarî hate bang kirin û jêpirsîn jê hate kirin.
2 xebatkarên xwendekar û weblog nivîs ji xelkê Ormî, tev bandor û girtin ji aliyê hêzên asayişê rûberû bûn.
li incama levdana nawbera çekdarên sipaha pasdaran tev xelkê yekik ji gundên dewera Pawê, welatiyik bi derba çeka wan hêzane hate birîndar kirin û kesik din jî girtin.
hukmê bi sêdaredana welatiyik 36 salî ji Kurdê xelkê Ormî li girtîgeha sêntrala Qezvîn hate cîbicî kirin.
welatiyik Kurd ji xelkê şarê Îlam li sedem teqîna mîna bi cî mayî ya şerê 8 saleya nawbera Îran-Êraq de pêyik xwe ji dest da.
gurûpa tiatra Sinûr li şarê Ormî, ji liyê dezgeha Ferheng(Çand) û Irşada vî şarî moleta xebitîna wan rakir.
3 Kolberên dine Kurd li dewera Kêle Şîna Şino li sedem befir û sir û bagerê qerisîn.
2 lawên Kurd ji xelkê şarên Seqiz û Şa Abad, ji aliyê hêzên intizamiya hukûmeta islmiya Îran ketine ber şêlikiyê û canê xwe ji dest dane.