Du hemwelatiyên Kurd li Kirmaşanê bûn goriyê mayînê
Li Parêzgeha Kirmaşanê de, teqîna mayînekê li jêr tankerek av veguhestinê de, bûye sedema birîndarbûna du hemwelatiyên kurd yên wê parêzgehê.
Li Parêzgeha Kirmaşanê de, teqîna mayînekê li jêr tankerek av veguhestinê de, bûye sedema birîndarbûna du hemwelatiyên kurd yên wê parêzgehê.
Xwendekarekî Kurd li Pîranşara Rojhilatê kurdisytanê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hat binçavkirin û bo cihekî nedira hat veguhastin.
Hukmê darvekirina du hemwelatiyên Kurd li zîndana nawendî ya Urmiyê, ji aliyê dezgeha qezayî ya hikûmeta Îslamiya Îranê ve birêve çû.
Rexma atmosfera ewlekarî a li ser rojhilatê Kurdistanê, rûniştvanên bajarê Serdeştê duh êvarê derketin kolanan û berpirsyarên mirina bi guman ya Ferînaz Xosrewanî şermizar kirin.
Alimê olî yê Kurd û yek ji berpirsên Mekteba Quran (Hesen Emînî) li Sine ya rojhilatê Kurdistanê, bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî, xwenîşandanên gel hember mirina bi serfirazî û fedakarane ya Ferînaz Xosrewanî destk kir.
Rêxistina Lêborîna Navnetewî di raporekê de ji karbidestên hikûmeta Îslamî ya Îranê xwest ku li hember xwenîşanderên nerazî ji mirina Ferînaz Xosrewanî a Mehabadî de nebin asteng.
Di berdewamiya ne aramiyên Mehabad û rojhilatê Kurdistan de, welatiyekî sivîl li Nexedeyê jî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hat binçavkirin.
Hemwelatiyên bajarê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, bi nîşaneya nerazî bûn ji mirina bi guman a Ferînaz Xusrowanî hember hotêlê, xwepêşandan lidar xistin.
Ji çarenivîsa 8 mamosteyên ku bo nawenda ewlekarî ya bajarê Bokanê hatibûn gazîkirin, tu zaniyariyek di dest de ninin.
Hemwelatiyekî Kurd li Kirmaşanê ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê hat birîndar kirin. Ew birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê.