Hêzên leşkerî ên Îranê bi guleyan ciwanek hedef girtin
Bi gule reşandina rasterast a hêzên leşekerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd ê Nûdşeya ser bi Pawe li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî giran hat birîndarkirin.
Bi gule reşandina rasterast a hêzên leşekerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd ê Nûdşeya ser bi Pawe li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî giran hat birîndarkirin.
Ciwanekî Kurd li Bokana Rojhilatê Kurdistanê, dema mijûlî kar dibe, nişkawe ji avahiyek 4 qatî dikeve xwar û demildest jiyana xwe ji dest dide.
Di berdewamiya pêla binçavkirin û girtina hemwelatiyan li Rojhilatê Kurdistanê de, du kes ji şêniyên bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê ve hatin binçavkirin.
Zêdeyî 220 nûnerên yeketiya Ewropa bi derxistina daxuyaniyekî, rewşa mafên mirovan li Îranê xirab nirxand in. Wan nûrean herwiha rola kambax a Îranê li Rojhilata Navîn, bi xertereke mezin destnîşan kirin.
Li zindana Deryaya Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê, dîsa hukmê îdamkirina 4 hemwelatiyên Kurd, ji aliyê dozgeriyên welatê Îranê ve birê ve çû.
Bi derbasbûna zêdeyî 20 salan li ser şerê 8 sala yê Îran û Îraqê re, hîna mayîn nehatine pûçkirin. Careke din yek ji wan alavên teqîner ên şer li Kurdistanê, bûyereke mirinê afirand.
Avêtina asîd û têzavê ji aliyê kesên nenas ve, careke din bûyer afirand û ciwanek hedef girt. Birîndarê wê madeya kîmyawî li Kirmaşana Rojhilatê kurdistanê, demildest rakirin nexweşxaneyê.
Bajarê Pawe li Rojhilatê Kurdistanê, di qiyas li gel bajarên din ên welatê Îranê, bilindtirîn pileya bêkariya xwendekarên Zanîngehê bi xwe digre.
Hêzên hikûmetî yên rejîma Îranê xwe ji dana termê kuştiyê bajarê Şino’yê diparêzin.
Bi derbasbûna 3 hefteyan bi ser çalakiyên nerazîbûnê yên Mahabadê û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê re, keçeke Kurd a Mahabadî hatiye winda kirin û hîna jî tu agahî ji çarenivîsa wê bi dest nekevtine.