Têkiliyên telefonî ên bi Saman Nesîm re piştî 144 rojan
Piştî derbasbûna 144 rojan bi ser çarenivîsa nediyar a Saman Nesîm girtiyê siyasî yê mehkûm bi darvekirinê re, wî bo cara yekîm bi rêya telefonê ligel malbata xwe axivî.
Piştî derbasbûna 144 rojan bi ser çarenivîsa nediyar a Saman Nesîm girtiyê siyasî yê mehkûm bi darvekirinê re, wî bo cara yekîm bi rêya telefonê ligel malbata xwe axivî.
Çalakvanek çandî yê Kurd li Baneya rojhilatê Kurdistanê ku ew çend rojbûn hatibû binçavkirin, bi danîna barmteyekî, bi awayekî demkî hat azadkirin.
Federasyona Navdewletî a Civakên Mafên Mirovan, bi derxistina daxuyaniyekî, behs nekirin ji binpêkirina mafên mirovan li Îranê, di gera gotûbêjên Navokî de, bi tundî welatên (5+1) rexne kirin.
Hejmarek Çalakvanên Çandî û Siyasî li Riwansera rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku ligel partiyên opozisyon ên hikûmeta îslamî ya Îranê peywendî girtine, bi navendên ewlekarî hatine vexwendin û zext li wan hatiye kirin.
Di berdewamiya kuştina kolberan de (li rojhilatê Kurdistanê), vêcarê li Seqizê hêzên leşkerî yên Îranê gule bi ser kasibkaran de reşandin û yek ji wan qetil kirin.
Hêzên leşkerî yên Îranê, bi awayekî rasterast gule bi ser parêzerekî Kurd ê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê de reşandin û di encamê de ew kuştin.
Raporta vê hefteyê ya “kezî” haletek ji binpêkirina mafên jinan li Kurdistanê (xwekuştina jinekî li Serdeştê), herwiha du haletên pêpeskirina mafên jinan li Îranê (bi dawîbûna hepsa Sacîde Erebsurxî û Ferîde Şahgulî li zindana Evîn) bi xwe…
Çalakvanekî çandî yê kurd li Baneya rojhilatê kurdistanê, ji aliyê navenda ewlekarî ya wî bajarê ve hat vexwendin.
Çarenivîsa kesên binçavkirî yên ku li xwepêşandana Mahabada rojhilatê kurdistanê (ya beriya niha bi du mehan de) beşdarî kirnî, hîne nehatiye zelal kirin.
Dezgeha qezayî ya hikûmeta îslamiya Îranê, çalakvanekî sivîl û siyasî yê Kurd li Mahabada rojhilatê Kurdstanê, bi du sal cezayê hepsê mehkûm kir.