Du kolber li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn
Sibêdeha roja Duşemî 5ê meha Rezberê, du kolber ên bi navên “Serkewt Keremî” û “Mesûd” xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema berbûn ji bilindahiyê li sînorê “Newsûd”ê birîndar bûne.
Sibêdeha roja Duşemî 5ê meha Rezberê, du kolber ên bi navên “Serkewt Keremî” û “Mesûd” xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema berbûn ji bilindahiyê li sînorê “Newsûd”ê birîndar bûne.
Roja Şemî 3`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ramîn Ramîn” xelkê gundê “Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedeyê, ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.
Ji qedera welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Rehman Esedî” kurê “Mehmûd” û xelkê gundê “Alyava” yê ser bi bajarê Şinoyê ku li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de ye, , ti zanyariyek ji ber dest de nîne.
Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê li heyama 6 mehên destpêka sala 1400`an kiriye ku kurtiyek ji wê raporê bi wî awayî ye:
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Tabnak”, xelkê bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.
Birêveberê kanala Telegramî ya “Porsiman” “Mistefa Hemdî”, bo taya 3 a dadseraya giştî û şoreş a bajarê Seqizê hate gazîkirin.
Roja Sêşemî 30`ê Xermananê, Du welatiyên Kurd ên bi navên “Sîrwan Erxevanî”, kurê Xudakerem û “Ferzad Sadiqiyan”, kurê Hebîb, xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi bajarê Sineyê, ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.
Sibêdeha roja Duşemî 29`ê Xermananê, du kolberên Kurd ên bi navên “Alîşan Ehmedî”, temen 15 salî û “Sozdar Ehmedî”, temen 21 salî, xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma û Biradosta bajarê Urmiyê, li encama teqeya hêzên artêşa Tirkiyê li…
Roja Duşemî 29`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Burhan Yûsifî”, xelkê bajarê Selasa Bavacanî, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê, hate birîndarkirin.
Roja Yekşemî 28`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hesen Qudretî”, temen 45 salî, kurê Hacî Xizir û rûniştiyê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.