Xoy; Binçavkirina bi tundî ya Emîn Se'doyî ji hêla hêzên ewlehiyê ve û bêagahî li ser rewşa wî
Di Sêşemê, 27 Cozerdana 1404`an a Rojî de, welatiyek kurd bi navê "Emîn Se'doyî", xelkê gundê "Tarîmîş" ya ser bi Kutula bajarê Xoyê, bi awayekî pir tund û bi zor ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û hat veguhastin bo cihê nediyar.









