Kolberek Kurd li ser sînorê bajarê Merîwanê hate birîndarkirin
Êvareya roja Înê 13`ê Reşemê, kolberek Kurd ê bi navê “Cebar Salihî” temen 33 salî kurê Hecî Ehmed û xelkê gundê “Wuşkelan” ê girêdayê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî hate birîndarkirin.









