Sê kolberên Kurd bi teqeya ciftê li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn
Sibêdeha roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê, sê kolberên Kurd li encama teqeya ciftê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve li ser sînorê bajarê Newsûdê hatine birîndarkirin.
Sibêdeha roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê, sê kolberên Kurd li encama teqeya ciftê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve li ser sînorê bajarê Newsûdê hatine birîndarkirin.
Taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Şinoyê bi serokayetiya dadwer “Ebûtalib Celîlpûr” sê welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb Mûsa” temen 26 salî kurê Luqman, “Siyamend Xwarezm” temen 27 salî kurê Ezîz û “Hawrê (Mêhran) Xwarezm” temen 20 salî…
Roja Yekşemî 14`ê Xakelêweyê, 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Perîsa Spahî” temen 17 salî û xelka bajarê Mihabadê, “Kewyar Elyasî” temen 18 salî û xelka bajarê Mihabadê, “Êrfan Zulfîniya” temen 18 salî û xelkê bajarê Seqizê, “Yûsif Heşretî”…
Roja Pêncşemî 11`ê Xakelêweyê, Îtila`ata Spahê şêwre û dêhyarê gundê “Tengîser”ê bo wê navenda ewlehî gazî kirin.
Roja Înê 12`ê Xakelêweyê, dadgeha “Hêlrûd” a welatê Danmarkê cezayê yek meh girtîgehê bo penabereka Kurd a bi navê “Qedemxêr Heqanîzade” birî.
Sibêdeha roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê, cezayê îdamkirina çar girtiyan ku yek ji wan Kurd bûye, ji aliyê berpirsên girtîgeha Erakê ve hate cîbicîkirin.
Roja Çarşemî 10`ê Xakelêweyê, 7 welatiyên Kurd ên bi navên “Riza Îslamdust, Saman Resûlzade, Sen`an Resûlzade, Diyako Mihemedgewrî, Hadî Hesenzade, Eşkan Şikak û Umîd Îslamdust”, xelkê “Nelos” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bo îdareya Îtila`ata…
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûsif Emînî” xelkê gundê “Gurgavê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokayetiya dadwer “Rizayî” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hate cezadan.
Nêzî du heftî ye ku ji cihgîrkirina hêzên ewlehî û dije şoreş li gundê “Nê” yê girêdayê bajarê Merîwanê derbas dibe û heta niha ew hêzane di mizgevta wî gundê de ne.
Welatiyeka Kurd a bi navê “Şilêr Ehmedî” keça Mistefa û xelka gundê “Qizilqopî” yê girêdayê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, hate veguhastin.