Rojî Pêncşemî 7ê Xakelêwey a 1404an a Rojî, “Kurûş Fethî” welatiyê bajarê Bûkanê, bi boneya beşdariya di rêûresima Newrozê de li gundê “Kanî Reş” bo îdareya îtlaata bajarê Bokanê hat gazîkirin û lêpirsîn ji wî hat kirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji ber xwendina sirûda destanî di rêûresima Newrozê de li gundê “Kanî Reş” a Bokanê bo îdareya îtlaatê hatiye gazîkirin.

Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Dosyeya Fethî bo dadgeha Bokan hatiye şandin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran jî bi rêya telefonê gef li vî welatiyê Kurd xwar.

Kurûş Fethî zewicî ye û zarokek wî heye.