Sibêdeya roja Înê 8ê Xakelêweya sala 1404an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Elî Azerî” kurê Mewlûd û xelkê Nexedeyê û rûniştiyê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bêyî belgeya dadgehê û bi bikaranîna tundûtûjiyê di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê Kurd bi hinceta beşdariya di rêûresmên Newrozê de hatiye binçavkirin.

Mihemed Elî Azerî zewicî ye û du zarokên wî hene.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs û tohmetên ku li ser Mihemed Elî Azerî hatine kirin, berdest in.