Sibeha roja Pêncşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyê Kurd ê bi navê “Şadman Mihemedî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin avêtine ser mala wî ciwanî û ew binçavkirin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mihemedî bi sedema çalakiyên xwe yên di qada torên civakî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 

Şadman Mihemedî 21 salî û kurê Mecîd û Heyatê ye. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewş û çarenivîsa vî ciwanê Kurd li ber dest nine.