Roja Duşemî 8’ê Xezelwerê 4 welatiyên Mehabadê yên bi navên Mîlad Meirûfî, Hawrê Tûrê, Alan Hemecanî û Pûriya Nesîrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev 4 welatî binçav kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mîlad Meirûfî û Hawrê Tûrê piştî 8 demjimêran ji lêpirsînê bi sozinameya nivîskî hatin berdan û Alan Hemecanî û Pûriya Nesîrî heta niha li yek ji navendên ewlehiyê yên Mehabadê ne. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van 4 ciwanên Kurd de ti agahî li ber dest nînin. 

Wêne ji rast ber bi çep: Mîlad Me`irûfî, Alan Hemecanî, Pûriya Nesîrî û Hawrê Tûrê.