Roja Şemî 8’ê Xermananê, welatiyê bajarê Bokanê Seyîd Esed Yûsifî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han xwediyê zêranxaneya Yûsifiyê li bajarê Bokanê ye û bi tohmeta piştevanîkirin ji grevên salvegera kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana belgeya dadgehê hatiye binçavkirin. 

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewş û çarenivîsa  Yûsifî de tineye.