Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyekî ereb xelkê Xuremşehr (Mehmer) a ser bi Xuzistana Îranê, bi nerazî bûn li komkirina mêywe û fêkiyên xwe ji aliyê şaredariya wî bajarî we û nebûna tu rêyên debara jiyanê, bi neçarî leşê xwe agir pêxist.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja şemî 14’ê Sibata 2015’an, Yunus Esakire temen 34 sal û xelkê Mehmerê, di bertek dan bi xirabkirina mekanê firotina mêweyên xwe; (wek yeke cihê debara jiyanê), bi rêya xwe şewitandinê hember şaredariya bajarê navborî, nerazî bûna bêhîvîtiyê nîşan da.
Ew welatiyê ereb bi sedema kûr bûna birînan û şewitîna dijwar, bo nexweşxaneya Taliqanî a Ehwazê hat veguheztin ku bijîşkan rewşa giştî a wî giran wesifandine.

Tê gotin, memûrên şaredariyê bi fermana waliyê bajarê Mehmerê dikana bi naylonan hatî çêkirin ya wî çerçiyê ereb xirab kiribûn ku vê yekê jî pevçûn navbera karbidestên şaredarî û çeriçiyan de derxistibû holê.
Waliyê Mehmerê bo vekirina rê ser Karwanên Nûr (taktîka leşkerî a eskerên Îmam Mehdî), ji şaredarî (belediyê) xwestibû, cihên debara jiyanê û dikanên demkî ên çerçiyên derdorê berhev bike ku vê yekê jî bertekdanên dijwar bi pey xwe hiştibû.
Biryara waliyê bajarê Mehmerê ligel berteka tund a Yunus Esakire rû bi rû bû û wî di encamê de agir berda leşê xwe ku niha bi winda kirina sedî 70 ji tendurustiya xwe li nexweşxaneya Taliqanî a Ehwazê, bin çavdêriya pizîşkî de ye.
Hêjayî gotinê ye Bihara Erebî bi bûyreke wiha li Tunîsya pêkhat. Bi xwekuştina picarfiroşekî di meydana bajarekî Tunîsiya, li çendîn welatên erbî şoreş û serhildan çê bû û sîstema wan hikûmetan hat guhertin.







