Ajansa Kurdpa: Nûgîhayek Erebe Ehazê ê 16 salî bi tawana hewldan bi tawana guhartina Ola xwe ji Şîe ve bi Sunnî, bi dijî Tenahiya Netewî hate mehkûmkirin.
Pêka rapora Kurdpayê, “Tariq Haşimî” ê 16 salî ev genc e ku li roja 30’ê Tîrmehê ji aliyê Idarye Ittila’atê ve hate biçavkirin û jij bo Girtîgeha Ittila’atê hate veguhaztin.
Ev gence çend rojan beriya niha ji bo Girtîgeha Karûna Ehwazê hate vehugaztin.
Wî çavkaniyê daxuyandiye: Ev girtiye heya niha ji bûna berevankar angu parêzerê Yasayîn bê par bûye.
Bavê wî gencî li Sala 2006’an de bi tawana “Muharîbe” wate “Şer Bi Dijî Xwedê” hate daleqandin.





