Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd ê Pîranşarê bi sedema çêbûna Lêmiştê li wê bajarê, jiyana xwe ji dest da.
Pêka Nûçeyê gihîştî bi Nûşegihaniya Kurdpa, Seyid Hesen xelkê gundê Gergûûl û Akinciyê Pîranşarê Şeva 25 li ser 25’ê pûşperê bi sedema dakitina baran û hatina Lêmiştê, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê wî welatiyê 26’ê pûşperê hat defnkirin.
Rabûna Lêmiştê xêncî zirarê canî, zirarek zaf jî bo werzêran û xwedî ajelan pêk aniye.
Her di wê pêwendiyê de 100 serên kawiran yên xelkê Gergûlê di wê Lêmiştê de çon.





