Ajansa Kurdpa: şer û aloziya navberî Hêzên Arteşa Serbest û Hêzên Ewlehiye Esed gihîşte Dîmeşqê.
Nûçegihaniya BBC, belav kiriye li du rojên derbasbûyî de şer gihîşte Dîmeşqê , Hukûmeta Sûriye bi Tank û Topan Operasyonan dike ser Welatiyên sivîl.
Beşek zaf ji Civaka Navdewletî li ser vê bawerê ne ku şerê hindirîn li Sûriye dest pê kiriye û bi çehtin ev şer bi dawî were.
Çend rojan beriya niha Arteşa Serbest da xuyakirin, 200 Welatiyên sivîl li Tirîsme a bajarê Hemayê bûne qurbanî.
Akinciyên Herêmê dibêjin ku Ev Operasyon bi destê Hêzên Esed û bi rêya Top û Tankan bûye.
Di wê pêwendiyê de Ban Kî Mon û Berîtanya û Firansayê ev karê Rejîma Beşar Elesed bi xurtî îdane kirin.
Hîlarî Kilîntona Wezîra derveya Amerîkayê jî da xuyakirin Hêzên Esed bi Qest wê karê dikin.





