Kurdpa: Emîr Mîrzayî Hîkmetî, ji dayîk bûyê sala 1982, ku bi eslê xwe Îranî ye û li Wîlayeta Mîşîgan ya Amerîka jiyan dike, piştî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê dadgeha Şoreş, Taya 15 bi tawana hevkarî û sîxorîkirin ji bo dezgeha CIA ya Amerîka bi îdamê tê mehkûmkirin.
Nûçegihaniya Fars bi belavkirina vê nûçeyê herwiha zêde kir: "Emîr Mîrzayî di dadgehek neyasayî de, ev hikim jêre derçûye û navbirî îtriaf bi tawanên xwe kiriye.
Lê navbirî gotiye "Armanca min derbe lêdan li Îranê nebûye, belku min dixwast niha pê de li Îranê de jiyan bikim."




