Saziyên ewlehiyê rê li ber lidarxistina rêûresima Newrozê li bajarê Bedre ya Îlamê girtin
Roja Sêşemî 7ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Îtlaata Spaha Pasdaran rê li lidarxistina rêûresima Newrozê li bajarê Bedre ya Îlamê girt.
Roja Sêşemî 7ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Îtlaata Spaha Pasdaran rê li lidarxistina rêûresima Newrozê li bajarê Bedre ya Îlamê girt.
Roja Sêşemî 7ê Xakelêweya 1403an a Rojî, du kolberên bi navên “Reûf Ehmedî” temen 39 salî xelkê gundê Zivran a ser bi bajarê Serdeştê û Cebar Ehmedzade 28 salî xelkê gundê “Kune Mişk” a ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema teqîna mînekê bi…
Êvariya roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, xortekî 15 salî bi navê “Hestyar Ebdulkerîmî” xelkê Dîwandereyê bi sedema sermayê li sînorê “Mîşav”a ser bi bajarê Seqizê canê xwe ji dest da.
Êvara roja Pêncşemî 2’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê li parka “Şerqî” li nêzîk şûnwara dîrokî ya Taqbostan a Kirmaşanê li taxa “Zefer” êrîşî komek ji xortan kirin û di encama teqekirina van hêzan de. , du ciwanên Kurd bi navên…
Piştî beşdarbûn hunermendê Kurd ê xelkê bajarê Sine yê bi navê Arman Seîdpenah, di rêûresma Newroza gundê “Evyheng”ê de, roja Înê 3ê Xakelêweya sala 1403an a Rojî, hêzên ewlehiyê bo binçavkirina wî, avêtin ser mala wî.
Sibeha roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Simko Nesrulahî, yek ji rêkxerên rêûresma Newrozê li gundê “Qazliyan” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Êvariya roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek temen 48 salî bi navê “Mihemedbayer Mihemedî” xelkê gundê “Zîran” a ser bi bajarê Ciwanroyê bi sedema rawestana dil li sînorê bajarê Newsûdê canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 4’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Hesen Kakayî hunermendê Kurd ê Bokanê, piştî strîna sirûda “Ey Veten” li merasima sersala nû ya gundê “Alî Kend” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek bi navê “Soran Ebdî” li sînorê Bane bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.
Sibeha roja Şemiyê 4’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Peyman Ehmedî” xelkê Ciwaroyê, li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.