Serdeşt; Binçavkirina du welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
Roja Sêşemî 18’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Zanko Îranzade” temen 32 salî û “Omer Şerîfpûr” temen 23 salî xelkê gundê Qela Reş a Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.









