Cezaya 4 meh heps û lêdana 24 qamçîyan bi ser çalakvanekî medenî de hate sepandin
Taya 101 a dadgeha “keyferî” ya 2 a bajarê Merîwanê “Vurya Dilengîz”, çalakvanê medenî yê Kurd, bi 4 meh heps û lêdana 24 qamçiyan ceza da.
Taya 101 a dadgeha “keyferî” ya 2 a bajarê Merîwanê “Vurya Dilengîz”, çalakvanê medenî yê Kurd, bi 4 meh heps û lêdana 24 qamçiyan ceza da.
Sibêzûya roja Şemî, 23`ê Xakelêwe, cezayê Îdamkirina “Mistefa Selîmî”, di girtîgeha bajarê Seqizê de ji aliyê rejîma terorîstperwer a Îranê ve hate cîbicîkirin.
“Şehram Seferî”, rojnamevan û berêveberê kanala Telegramî ya “Rawezh Press” ji aliyê dadgaha bajarê “Serpêl Zehaw”ê ve hate gazîkirin.
Roja Duşemî 18`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd ê bi navê “Burhan Cinîkanlû” ê temen 28 salî, xelkê bajarê Bazirganê ya ser bi Makoyê, li bilindahiya sînorê wî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da û du kolberên…
Roja Sêşemî 19`ê Xakelêwe, du welatiyên Kurd yên bi navên “Şehram Kazimyan û Mihemed Qizilbaş”, xelkê bajarê Urmiyê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî di girtîgeha navendî a wî bajarê de hatine azadkirin.
Roja Duşemî 18`ê Xakelêwe, “Sabir Nadirî”, hepsiyê siyasî yê xelkê bajarê “Qurwe”yê, piştî 18 meh heps di girtîgeha navendî a bajarê Sineyêde, di encama lêbûrîna Newrozê a dezgeha dadweriyê, hate azadkirin.
Roje Yekşemî 17`ê Xakelêwe, taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” cezaya 3 meh û 1 roj heps li ser “Ferdîn Mewlûdî” de sepand.
Bi piştgirêdan bi amara tomarkirî li navenda amarî a “Mîn û Zindigî”, 37 hevwelatî bi sedema teqîna mînê li heyama sala derbasbû di Îran û Kurdistanê de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Roja Şemî 16`ê Xakelêwe, “Dr.Rehîm Yûsifpûr”, pizîşkî naskirî ê xelkê bajarê Seqizê, li taya 3 a lêpirsîna dadgeha giştî a wî bajarî, piştî rohinbûna cezayê wî û bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.
Roja Pêncşemî 14`ê Xakelêwe, “Tehsîn Dadres”, hepsiyê siyasî ê Kurd û xelkê gundê “Serdoş” a ser bi bajarê Merîwanê, di girtîgeha wî bajarî de bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hate veguhastin.