Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê bajarê “Xoy”ê canê xwe ji dest da
Roja Duşemî 12ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Siyaweş Kuresonî” xelkê gundê “Rawyan” yê ser bi beşa Kotol a Xoyê di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.









