Aynaz Zar’i di girtîgeha Urmiyê hate azadkirin
Roja Pêncşemî 6ê Sermawezê, “Aynaz Zar’i” girtiya siyasî di benda jinan a girtîgeha Urmiyê de piştî 15 mehan li binçavkirinê hate serbestkirin.
Roja Pêncşemî 6ê Sermawezê, “Aynaz Zar’i” girtiya siyasî di benda jinan a girtîgeha Urmiyê de piştî 15 mehan li binçavkirinê hate serbestkirin.
Êvara roja Çarşemî 5ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Riza Yûsifî” xelkê gundê “Kurere Nisar” yê ser bi bajarê Kamiyaranê bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsodê hate birîndarkirin.
Roja Çarşemî 5ê Sermawezê du welatiyên Kurd yên bi navê “Saman Esedhekîm û Mihemed Şefîzade” xelkê gundê “Dêweznav” yê ser bi bajarê “Sewlavayê” bi danîna barimteyê hate azadkirin.
Roja Çarşemî 5ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îsmaeîl Elîperwerî” xelkê bajarê Bokanê bi danîna barimteya 500 mîlyon tumenî bi awayekê demkî heta dawîhatina qunaxa dadresiya wî ji girtîgeha Urmiyê hate azadkirin.
Roja Duşemî 3ê Sermawezê, “Daryûş Muradî” çalakvanê Ferhengî yê Kurd û xelkê bajarê Şabad a ser bi parêzeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Sêşemî 4ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Daryûş Welidbeygî” temen 31 sal û xelkê gundê “Noryav” û rûniştiyê bajarê Paweyê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.
Roja Duşemî 3ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ehmed Mihemedî” yê temen 51 salî ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê ve hate gazîkirin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, taya 1 ya dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Seîdî” welatiyekî Kurd yê bi navê “Xalid Zemanî” xelkê bajarê Kamyaranê bi 5 sal hepsa “teilîqî” ceza da.
“Biryar Kawe”, hepsiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha wî bajarê hate azadkirin.
Roja Yekşemî 2ê Sermawezê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Eta Fetahî” yê temen 24 salî û kurê Mihemed xelkê gundê “Serdoş” yê ser bi bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.