Bi sedema teqîna mînê welatiyekî Kurd hat kuştin
Roja Înê 24ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Birariyan” temen 45 salî û xelkê gundê “Kelkel” ê ser bi Asimaveya Çirdawil, bi sedema teqîna yek ji mînên bi cih mayî yên şerê Îran û Îraqê, li bajarê Mêhranê canê xwe ji dest da.









