Welatiyek li bajarê Dêhloranê hate binçavkirin
Sibêdehiya roja Sêşemî 24ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Sitar Kerîmî” xelkê bajarê “Pehle”, ser bi devera “Zerînava” ya bajarê Dêhloranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Sibêdehiya roja Sêşemî 24ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Sitar Kerîmî” xelkê bajarê “Pehle”, ser bi devera “Zerînava” ya bajarê Dêhloranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Sibedehiya roja Duşemî 23ê Xakelêwe, cezaya îdam bi ser girtiyekê bi navê “Erselan Muradî” kurê “Ebdulla” û xelkê bajarê “Dîwanderê” li girtîgeha navendî ya bajarê “Bîrcend”ê hate cîbicîkirin.
Roja Yekşemî 22`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd yê bi navê “Selah Behramiyan”, xelkê gundê “Gundewêle” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Îro Duşemî 23`ê Xakelêwe, “Umer Feqêpûr”, girtiyê siyasî yê Kurd piştî 21 sal girtîgeh, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Du welatiyên Kurd yên bi navên “Celal Namdar”, xelkê bajarê Kirmaşanê û “Se`îd Xalidî”, kurê Emîn û xelkê gundê “Satyarî” yê ser bi devera Bayîngana bajarê Paweyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Kirmaşanê di dosiyeke hewbeş de, bi…
Heyama binçavkirina 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Ferzad Samanî” û “Sakar Eynî” yên xelkê bajarê Mihabadê, bo cara 4ê hate demdirêjkirin.
Roja Înê 20`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Hekîm Usmanî” yê temen 30 salî, kurê Salih û xelkê gundê “Mîravê” yê ser bi bajarê Şinoyê, li encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê wî bajarî, hate birîndarkirin.
Sibêdeha roja Şemî 21`ê Xakelêwe, cezaya îdamkirina girtiyeke Kurd yê bi navê “Bayezîd Reşîdî”,yê kurê Nacî, yê xelkê gundê “Kelhur” ê ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate cîbicîkirin.
Roja Şemî 21`ê Xakelêwe, “Efşar Fethî”, çalakvanê medenî yê xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi devera “Jawero” ya bajarê Sineyê, ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin.
Îro Pêncşemî 19`ê Xakelêwe, du girtiyên bi navên “Bayzîd Reşîdî” xelkê gundê “Kelhûr” yê ser bi devera navendî ya bajarê Urmiyê û “Yûsif Reşo Heştiyan” xelkê bajarê Urmiyê bo cîbicîkirina cezaya îdamê bo odeya kesî ya girtîgeha wî bajarî…