Girtîgeha bajarê Nexedê; Şêrko Agûşî hate murexesiyê
Roja Duşemî 6`ê Banemer, girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Pîranşehrê,“Şêrko Agûşî”, ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate murexesiyê.
Roja Duşemî 6`ê Banemer, girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Pîranşehrê,“Şêrko Agûşî”, ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate murexesiyê.
Roja Pêncşemî 9`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Kawe Minberî” temen 22 salî kurê “Zahîd” û “Şêrko Minberî” 34 salî kurê “Mihemed” ên xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê “Sine” ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatine binçavkirin.
Şeva Çarşemî 8ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Rehmetulla Qadirnijad”, yê xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, ji bilindahiyên çiyayê “Tete” li Hewramanê bi dijwarî birîndar bû.
Roja Pêncşemî 9`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Mihemed Resûl Rehîmî û Mihemed Bazwend” ên xelkê bajarê Kirmaşanê, bi sedema teqîna mîn li nav hesinan de, canê xwe ji dest dane.
Roja Çarşemî 8`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Armîn Ehmedî”, yê xelkê bajaroka Îslamabada bajarê Urmiyê û “Nîma Husênpûr” kurê “Xurşîd” ê xelkê gundê “Gunbed”ê ser bi devera “Soma û Biradost”a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê…
Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê çalakvanê medenî yê xelkê wî bajarî, “Erestû (Resûl) Melarehîmî”, bi girtîgehê ceza da.
Roja Duşemî 6`ê Banemerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Suhbet Semedîneseb”, xelkê bajarê “Dalaho” yê ser bi Parêzgeha “Kirmanşan”ê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû.
Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, 3 welatî yên bi navên “Aram Muradiyan”, kurê Osman, “Emîr Rizayî”, kurê Cemîl û “Areş Ehmedî” Kurê Nasir ên xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Jawero” ya ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine…
Roja Sêşemî 7`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Saman Resûlpûr”, xelkê bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê wî bajarî hate birîndarkirin.
Derketina Mihemed Husênpenahî û Şerafet Zerînî (Daye Şerîfe), bav û dayîka girtiyê siyasî yê îdamkirî, “Ramîn Husênpenahî” ji Îranê, li ser biryara Wezareya Îtila`atê, hatine qedexekirin.