Di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de 4 kes îdam kirin
Nûçegihaniya “HRANA”ê bas kiriye ku 4 welatiyên tometbar bi “Qetil”ê di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de îdam krine.
Nûçegihaniya “HRANA”ê bas kiriye ku 4 welatiyên tometbar bi “Qetil”ê di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de îdam krine.
Tevî derbasbûna nêzî 3 heftiyan ji binçavkirina çalakkvanek Kurd ê bi navê “Ferheng Êwezî” kurê “Mihemedelî” temen 30 salî û xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi bajarê “Sine”yê, li qeder û cihê ragirtina navbirî ti zaniyariyek li berdest nîne.
Roja Sêşemî 7ê Befranbarê, hunermendek Kurd ê bi navê “Xalid Kerîmniya” naskirî bi “Xalid Narîn” xelkê bajarê Seqizê bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha wî bo girtîgeh wî bajarî hate veguhastin.
Welatiyek Kurd ê bi navê “Husên Elvendkuhî” temen 29 salî û kurê “Ezîz” û rûniştiyê bajarê Mihabadê, ji aliyê taya 3 a dadgeha keyferî ya wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Xulam Kerîmxanî” bi 10 sal û rojek girtîgeha te`izîrî hate cezadan.
Tevî derbasbûna zêdetir ji du heftiyan ji binçavkirina çalakvana medenî ya Kurd a bi navê “Kejal Nesrî”, keça “Mihemed”, temen 26 salî û xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Jawero” ya girêdayê bajarê Sineyê, ji qedera navbirî ti…
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyek Kurd ê bi navê “Peyman Ehmedî” kurê “Enver” xelkê bajarê “Pawe”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Heyama binçavkirina çar welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Minberî”, kurê “Husên”, “Zaniyar Minberî”, kurê “Emanullah”, “Seyvan Minberî”, kurê “Hişmet” û “Mîlad Minberî”, kurê “Mihemed”, xelkê gundê “Niyer”ê ser bi bajarê Sineyê, bo cara duyê…
Heyama binçavkirina demkî ya welatiyek Kurd ê bi navê “Siyamend Areng” temen 26 salî û kurê “Yedullah” xelkê gundê “Niyer”ê ser bi bajarê Sineyê, bo cara duyê hate demdirêjkirin.
Roja Şemî 4`ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Husên Rehmanî”, kurê “Emîr” û xelkê bajarê “Ciwanro” yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.
Roja Duşemî 6`ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Kiyanûş Rehmanî”, kurê “Mîrza Rehmanî” û xelkê gundê “Lonsadat”ê ser bi bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.