Îsmaîl Beşikçî hemû temenê xwe an jî baştire bêjim salên herî xweş ên jiyana xwe di girtîgehên Kemalîstan de derbas kirin. Hemû tawana wî tenê yek tişt bû: “Kurd hene û Kurdistan jî heye. Kes nikare hebûna wan înkar bike.”

Bêedaletên cîhanê ne hingî û ne jî niha nexwestine banga wî ya mirovheziyê bibihîzin. Ger wiha nebûya herî kêm ‘xelata Nobel a aştiyê’berî bîst salan ya wî bû. Qêrînên wî tenê kurda bihîstin. Jê hez kirin û ew jî mîna “civaknasekî realîst” ji ya xwe nehat xwarê. Li ser “Komara Tirkiyeyê” û cewherê wê yê antîdemokratîk pirtûk û gotarên balkêş nivîsandin. Li ser siyaseta asîmîlasyona li Kurdistanê bi dehan pirtûk û gotar nivîsandin. Bi sedan caran ew bi kuştin û heta şewitandinê tehdît kirin, lê wî tenê bi rûyekî xweş û kenê xwe yê watedar li wan dinêrî û bêdeng dima!.

Wî riyeke rast hilbijarti bû. Ji ber wê jî hemû tarîtiyên li esmanan nikarîn ronahiya momika wî a li rû çend metroyên erdê vemirînin. Di salên înkar û tevkujiyê de hakim û generalên komarê bi bihîstina navê wî, dilerizîn û bê îradeya wan laşê wan diricifî. Li hemberî wî bêdeng diman û nedikarîn bi tu qanûn û biryaran wî mehkûm bikin.

Sal derbas bûn û “mamostayê miroveheziyê” bi îsrarek mezintir li ser bîr û ramanên xwe yên humanîstî kar û lebat kir. Êdî serokwezîr û serokomarên Tirkiyeyê jî yek li pey yê din bi eşqa wî ya li ser “Dîrok û civaka Kurdistanê” hesiyan. Ji ber wê jî dema ew diaxivî, wan guhên xwe digirtin. Jê direviyan û kor dibûn, lê dengê wî zû digihişte guhê muxatebên wî. Muxatebên ku zêdetir ji 80 salan de hebûna wan tê înkarkirin. Bêsûc û dadgeh tên girtin û kuştin. Axa Kurdistanê ji wan re kirine girtîgeh û kuştargeh. Di bin siya bi xwîn a ala sor de mazlûmên herî naskirî yên dîrokê ne. Kurdên ku xwîn dan, malwêranî dîtin, hatin sirgûnkirin, rastî tevkujî û terora reş hatin, lê li hemberî faşîstan serî netewandin. 

Nasnameya xwe parastin û sal bi sal jî di çarçova erdnigariya xwe de bêtir nêzî serxwebûn û azadîyê dibin.

Li rex şervanî û keda bêsinor a şoreşgerên doza azadiyê, serhildana bakurê Kurdistanê gelekî deyndarê kesên mîna mamoste Îsmaîl Beşikçî ye. Wî bi prensîbên xwe yên bilind û exlaqî wijdana mirî a gelek kesan ji xewa giran şiyar kir. Alîgirên ramanên wî yên zanistî û demkoratîk sal bi sal zêdetir bûn. Li hemberî tirsonek û înkargeran îro ew bûye deng û hêzeke mezin. Ew dengekî doza bakurê Kurdistanê ye.

Mamoste Beşikçî sond xwaribû ku heya Kerkûk azad nebe, neçe başûrê Kurdistanê, lê dawiya dawî çû û ji hêla kurdan ve rastî rêz û hurmeteke mezin hat. Kincên kurdan kirin ber xwe û li bajar û gundên welatê kurdan geriya. Semînarên wî tev li ser dîrok, rewşa siyasî û aliyê sosyal ê civaka Kurdistanê bûn. Bi çûyîna xwe a Kurdistana azad wî liv û lebatek xistiye nava rewşenbîrên kurd. Yekî sola wî maç kiribû û xistibû ser serê xwe. Yekî din ew wek “felsefe jiyan û aştiyê” bi nav kiribû û serokê herêma Kurdistanê jî ew bi mîdala herî bihagiran xelat kiribû. Merdatî û mêvanperweriya ku rojekê li Amedê dîtibû, vê carê li Hewlêr û Soran jî dît.

Ji ber wê jî ew bêtir bi esaleta kurdan û kevnariya jiyana li Kurdistanê dihese. Ew tim bi gotinên xwe yên balkêş hem “dersên exlaqê rastîn” dide înkargeran û hem jî hinek kesên razayî ji xewa xapandinê şiyar dike. 

Hêvîdarim li her derê kesên mîna mamoste Beşikçî zêdetir bibin. Çimkî cîhana mirovahiyê muhtacî fîlozof û kesên wiha xwedî wijdan e.