Aştî jî wekî evînê ye.

Bi yek milî jî helbet "aştî" çêdibe.

Lê heta nebe du milî, ew aştî tu carî naçe serî!

Ew aştî di dawiyê de dibe "şaştî".

***
Piştî hevdîtinên li Îmraliyê, tevahiya gelê kurd tenê pirsekê ji xwe dike, "Gelo çavê dewleta tirk dîsa li pey xapandinekê ye?!"

Hemû serkeftin û binkeftina "pêvajoya aştiyê" jî dê di nava pirsên wiha de veşartîbe!

***
Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne, şer dimire aştî dimîne!

***
Yê ku di destê wî de tenê "aştî" hebe, her tiştî wekî "kevokekê" dibîne! (Min gotina Abraham Harold Maslow ya "çakuç û bizmar" piçekî guherand!)

Lê yê ku di destê wî de tenê "şer" hebe, her tiştî wekî "ne-yar"ekê dibîne!

***
"Kulav û kurtan, nok û nîsk, lihêf û balgîvên kurdan, divê nekevin nav bazariya aştiyê!" (Nanxwurê Cilqetîn)

***
Madem ku her kes behsa "aştî" û "empatî"yê dike. Bi destûra we be, ê nexwe ez ê jî hewl bibim ku dil berdim keçeke tirk!

***
Ji min re behsa aştiyekê bike, bila "Pêlavên Birîndar" ên welatê min tê de hebin!

Ji min re behsa aştiyekê bike, bila xewna Xanî, Bedirxan û Mazluman tê de hebe!

Ji min re behsa aştiyekê bike, bila dek û dolabên neviyên osmaniyan tê de tunebin ji bo Xwedê!

Ji min re behsa aştiyekê bike, bila axîn û nalîna Şêx Seîd û Seyîd Riza tê de tunebe!

Ji min re behsa aştiyekê bike, bila çiya û zozanên Kurdistanê tê de serbilind bin!
***
Xwedê vê carê "riya aştiyê" şaş neke, şaş bike kaş neke, kaş bike faş neke, faş bike lê vê carê zarokên kurd û tirkan di binî de nehêle!