29ê Xezelwera 1405an a Rojî; bi derbasbûna 10 rojan li ser binçavkirina ne yasay ya «Hesen Ferecî», welatiyê temen 38 salî yê Kurd û xelkê Îlamê, hîn jî tu agahî li derheq çarenûs û cihê ragirtina wî tune ye. Ev welatî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêra gihîştina bi parêzer, serdan û têkiliyê bi riya telefonê bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.

Çavkaniyekî agahdar, piştî piştrastkirina vê nûçeyê ji Kurdpa re got ku roja Çarşema 20ê Xezelwera 1405an a Rojî, Hesen Ferecî li xaniyeke şahiyê yê li herêma Çeşme-Pehn a parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtilaatê ve, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê hatiye binçavkirin û bo cihêkî nediyar hatiye veguhastin.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, tevî derbasbûna 10 rojan li ser binçavkirina vî welatiyê, malbata wî hîn jî ji cihê ragirtin û rewşa wî bê agah e û heta niha jî nekarîne tu têkiliyeke telefonî bi wî re deynin an jî serdana wî bikin.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina Hesen Ferecî tune ye û hêzên ewlehiyê jî de

li derheq sebeba binçavkirinê, rewş û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd de tu ravekirinek pêşkêş nekirine.