Roja Yekşemê, 23ê Sermaweza 1404an a Rojî, "Omîd Baqirî", wênekêş, çalakvanê sivîl û jîngehparêzê Kurd ê xelkê Îslamava ya Xerb (Şabad) a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Çavkaniyek agahdar nûçe piştrast kir û ragihand ku wênekêşê 37 salî li ser rêya Kirmaşan-Pave bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin, û çend demjimêran piştî binçavkirina wî ya bêserûber, tu agahî li ser çarenûsa wî tune.

Li gorî vê çavkaniya agahdar, ev çalakvanê sivîl ê Kurd berê ji ber beşdarbûna di merasîmên Newroza sala 1403`an a Rojî û wênekirina van rêûresmên çandî de hatibû binçavkirin, û dozek ewlehiyê li dijî wî bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" hatibû vekirin.

"Omîd Baqirî" xwedî dîrokeke xebatê di warên wênekêşiyê, çalakiyên sivîl û jîngehê de ye û li parêzgeha Kirmaşanê wekî çalakvanekî navdar û bi nav û deng tê hesibandin.